Em Serhedî Serî Li Xuda Radikin

Li gor mitolojîya Yewnanê  berî ji me insana li dinyayê Titan/ dêw/ nîv xwedê nîv insan dijiyan. Li esmanê alema xwedêyan li bin erdê qanûnên Hadesê hebû. Xwedêyê Xwedeyan Zeus jî li ser gişka bû. Em karin bêjin mêr jin qîz bûk xort hemû xuda bûn.Posedion; xudayê behra, Athena; Xudayê aşitîyê, Dionysos; xudayê şeraba Suryanîya hwd  Her kes bi kêfa xwe bû.  Xweş dinya ye! Mirov dil dike bar ke here ba wan. Ba Afroditê ba Erosê…
 
Prometheus jî yek ji va titana ye; zîrek, qeşeng, adil, fît.Hemû tiştên xweş û çekicî para wî bû. Ev titanê çeleng ji ew hêsirên çavên xwe yê xweş me insana çêdike. Dixwaze ji me ra jiyanek biafirîne hema gere ji Çiyayê Olymposê agir jî bîne. Lê qedexeye, nikare derbasî qata jor be. Ser da jî ji zilma Zeusê betilîye. Zeus bêrehm e, zordar e, zilimkar e, dagirker e, qewettir e, xurt e, bihêz e. Heyfa bav û kala jî heye. Dixwaze wî bîne xare. Lê çawa ? Carek birayên Prometheusê dikin li hember Zeusê rabin lê nikarin. Hema Prometheus qe xwe tev nake. Dixwaze bi vi awayî xwe texe çavê Zeusê derbasî Olymposê be. Baqile heyra! Bi ser jî dikeve.  

Derbasî Olymposê dibe. Rojek notla Kawayê Hesinkar ji fermandarê xwe ra oynek dike. Gameşek şerje dike, goştê nerm û hestî ji hev parve dike.Li ser goştê nerm çen hestî li ser hestî jî hinek ur û rovî datîne ku pê Zeusê bixapîne. Heku Zeus goştê nerm hilbijêre yê bi ser keve heku ê hestî hilbijêre delil li halê Promethesê. Zeus têk diçe! Hema Prometheus agir didize bi çar gava direve. Navbera Xwedeyan û Titanan da şer dest pê dike. Jixwe Zeus jî mane digerîya va dît! Zeus ser dikeve hemû îsyankar jî tê ceza kirin.

Atlas birayê Prometheus ê  mezin heta dawîya emrê xwe yê esman li ser pişta xwe hilgire. Ji ber wî em bo kitêba xerîteyan dibên Atlas. Her wekî din navê okyanosa Atlantîkê û giravê Atlasntisê ji navê Atlas tê. Epimetheus serdarê Zeusê, Zeus bo wî ceza bike jina herî bedew diafirîne dişîne cem Epimetheus ê. Epimsthues pê dixape, dizewicin, şeva zifafê jinik qutîya Pandora yê vedike. Xirabiyên nav qutî da giş li rûyê erdê belav dibin. Jinik heta xwe digihîne tê da tişt namîne ji xenî hêvî yê.

Îja çi nehat serê Prometheusê reben ! Wî dibin li çiyayê Kaukosê (yanê li çiyayên Qefqazê) bi zincîran girêdidin. Her roj qertelek birçî tê laş, gurçik, pişik, dil çiyê Prometheusê heye dixwe. Heta sibetirê guriçk murçikê wî nû dibin. Bira Zeusê bêwijdan qurbana te be ! Kezep kezep.  Prometheusê me li çiyayê Qefqazê nav êş û elem da benda roja azadbûna xwe ye. Paşê ji Zeusê ra xeber dişîne dibê tuyê bi jinek ra bizwevicî. Kurê vê jinikê dawî li te bîne.  Heku tu mi serbest berdî ez navê jinikê bêjim. Zeus kurê xwe'y Herakles bo qertelê bikuje dişîne. Prometheus êdî azad e!

Prometheus demek din jî li çiyayê Qefqazê dimîne. Dikeve mitalan, êdî azad im lê zilma Zeus berdewam e wilo nabe. Ger tiştek bê kirin. Dike nake rêyek nabîne. Serî  ewil bo ku tu kes meseleya serhildana wî ya li hember  Zeusê bîr meke û heta heta ji insana ra bibe îlham navê çiyayek ji çiyayên Qefqazê datîne Agir. Dibê heta ev Çiyayê Agirê li vir be insanên ko li derdora vî çiyê dijîn tu car serînetewînin, li zordarek wek Zeusê bila pêşîn evna serî lê rakin.. Paşê dilê xwe da dibê tenê çiya bi vî îşê nikare. Mîmarê mirovahî Prometheus însanên ko li derdora Çiyayê Agirê dijî zîrektir, qewettir, qeşengtir, bedewtir, aşiq û maşûqê azadîyê çêdike. Yanî evna dibin spesiyala Prometheusê. Îro em ji wana ra dibên Kurdên Serhedî. Bi saya Kurdên Serhedî raperîn a Prometheusê li her derê Kurdistanê belav dibe.

 Axirkê em bêjin biqewlê İbn Xaldun cografya qeder e. Em naxwzin lê bixwazin jî em nikarin mîna hineka serîbitewînin. Em karin li hember Xwedeyê Xwedeyan bîle serî hildin ma ku tirk û ereb felan bewan. Ka em kengî serî radkin Kurdîno??? 


Gava Prometheus Me Çêdike Bîr Nake Wêne jî Dikişîne





















2 yorum:

  1. Casinos Near Me - CasinoRental.com
    Discover 10 casino hotels near 광양 출장안마 me. 삼척 출장샵 Find the best online 이천 출장안마 casino deals near you from $5 Casino hotels, hotels 전라남도 출장안마 and other 평택 출장안마 lodging near you.

    YanıtlaSil