Du jinên xemgîn; Homo Neandertal û Golshifteh


Du jinên xemgîn; Homo Neandertal û Golshifteh

Weke ku em hemû jî zanin dîrok û medeniyet li welatê me li Kurdistanê dest pê dike. Yanî em Kurd, bav û kal ê mirovahîye ne. Ji roja roj da ev welat ev ax yê me ye. Niha jî ji ber ku ev nizam çend sedsal e em bindest in em hay ji tarixa xwe ninîn. Ez Zerefşana paleontolog û dîrokzan ji bo vê kêmasîya gelê me ez destê xwe dixim bin kevir.

 Homo Neandertal yanî bi kurdî insanê koçer. Belê homo neandertal koçer bûn, li şikeftekê da bi cih dibûn, agir vêdixistin, nanê xwe dixwarin û bar dikirin diçûn. Carna jî ku jı hevşabûnê û nêçîrê firsend bidîtana ji kevira tevşo, birrek hwd çê dikirin. Ev zanîna me yê nebatê jî ji wana tê; gava yek nexwaş biketa ji gihayê derman çê dikirin kû silamet be. Yanî em karin bêjin şifacîyên ewil jî em in. Me hê zimanê şêrin neafirandibe jî em bi dest û nigên xwe xeberdidan. Yanî li ser dinê zimanê birincî zimanê kurdî bû. Me qe ji hev ra çi qise dikir madem ?  Bi piranî em li ser jiyanê u mirinê fikir dikir. Me qîma xwe pê anî ku piştê mirinê jiyanek nû dest pê dike. Nizam ji ber çi. Ev jî nişan dide ku bav û kalên me gelek entelektuel û biîman bûn.

Li Kurdistana başûr li hemberê çiyayê Bradostê li şikefta Şanîdarê brêz Ralp Soleck çar mezelê arkeolojik dîtye. ( Hemû jî mêr in. Destpêka feodalîzmê !!! ) Û dibêje li vir homo sapiens yanî insanê modern û homo neandertal yanî koçer bi hev ra jiyane û homo sapiensek aşiq ji homo neandertalê zarok çêkirye. Axir homo neandertal asîmile bûye ( we fêm kir). Hin homo neandertal jî ji ber erişê homo sapiensê mirîye ( we dîsa fêm kir). İnsanê koçer ji modayê û ji hunerê fêm dikirin. Wan rojan hê li ser ' zimanê kurdî' bername çênedikirin çîmki weku ku me go hê zimanê şêrin pêş neketibû heku pêş biketa wê teqez çêkirana. Taliya talî insanê modern jî em in ê nemodern jî. Gelo Xwedê jî ne em in ? Her xwedê zane...

Li civata ji bo bi kurdbûna xwe forsa xwe bavêjin hûn karin pembûyê bialêsin û bişînin Genographic Proect a National Geographicê. Ewna li gena we ya genî mêze dikin û dibejîn ji sedê çen kurd in/ homo neandertal in. (hêvî dikim ez ji Norwecê bim) Tiştek ecêb, George Church ê  çilxin dibeje jinên modern yanî em karin homo neandertalkî binîn. Yanî rojek neslê me bikeve têngasîyê em karin xwe ji nû va çêkin.

Brêz Peter Watson di kitêba xwe ya Ji Agir Heta Freudê Dîrok da ku bi hezar rûpelê pêk tê û min hemû jî xwendîye, bo inasanê koçer dibêje 'insanên xemgîn û dilbikul'. Bêmane Golshifte tê bîra min... Golshifte ya bedew û bextewar û binav û dewlemend.

 
KU EV JİN BE EM ÇİNE

ŞİKEFTA  ŞANİDARÊ

8 yorum:

  1. Destê te sax be. TU bi serhedkî derdê xwe vegotiyî.lê dewam bike haa binûseeee.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Malava,ku xwedê bike nesîb ezê binivîsim Birahim spas :)

      Sil
  2. Destê te sax be, seet xweş

    YanıtlaSil
  3. Li ev nivîsa te ji bo cerribandina ewilî pirr xweş û biherikî bû... dest xweş. Li em benda didoma wî ne...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. malava spas dikim inşala ezê binivîsim :))

      Sil
  4. Ew destê te xistî bin beri de saxbit.

    Alobar

    YanıtlaSil
  5. Di destpêka her tiştî de kêmasî çêdibin, berxwedan meriv dibe serkeftinê. ji bo te serkeftin daxwaz dikim destên te sax bin Delalê

    YanıtlaSil