Weke ku em giş jî zanin dîrok û medeniyet li welatê me li Kurdistanê dest pê kirye. Yanî miletê Kurd, bav û kal ê mirovahîyê ye. Ji roja roj da ev welat ev ax ên me ne. Niha jî ji ber ku ev nizam çend sedsal e em bindest in me hay ji tarixa xwe nîne. Ez Zerefşana paleontolog û dîrokzan ji bo vê kêmasîya gelê xwe, ez destê xwe dixim binê kevir.
Homo Neandertal yanî bi kurdî insanê koçer. Belê homo neandertal koçer bûn, li şikeftekê da bi cih dibûn, agir pêdixistin, nanê xwe dixwarin, qasek disekinîyan û bar dikirin diçûn. Carna jî ku jı hevşabûnê û nêçîrê firsend biketa dêste wan, ji keviran tevşo, birrek filan çê dikirin. Ev zanîn u heskirina me ya giyayê jî ji wana tê; gava yek nexwaş biketa ji giyayê derman çê dikirin kû silamet be. Yan kûlilk mûlilk datanîn ser mezelêb mirîyên xwe. Yanî em karin bibêjin şifacîyên ewil jî em bûn. Me hê zimanê şêrin neafirandibe jî me bi dest û nigên xwe xeberdida. Yanî li ser dinyayê zimanê birincî zimanê kurdî bû. Me qe behsa çi dikir madem ? Bi piranî me li ser jiyanê û mirinê xeberdida. Me qîma xwe pê anî bû ku piştê mirinê jiyaneke nû dest pê dike. Nizam ji ber çi. Ev jî nişan dide ku bav û kalên me gelek entelektuel û biîman bûn.
Li Kurdistana başûr li hemberê çiyayê Bradostê li şikefta Şanîdarê brêz Ralp Soleck çar mezelên arkeolojîk dîtye. ( Hemû jî mêr in. Destpêka feodalîzmê !!! ) Û dibêje li wir homo sapiens yanî insanê modern û homo neandertal yanî ên koçer bi hev ra jiyane û homo sapiensekî aşiq, ji homo neandertalekê zarokek çêkirye. Axirkî homo neandertal asîmile bûye ( we fêm kir). Hîn homo neandertal jî ji ber erişên homo sapiensê mirine ( we dîsa fêm kir). İnsanê koçer çû caran modayê û hunerê jî pişt guh nekirine. Lê belê wan rojan hê li ser ' zimanê kurdî' bername çênedikirin çîmki weku ku me go hê zimanê şêrin pêş neketibû heku pêş biketa wê teqez çêkiribana. jixwe bernameyên ko îro tên çêkirin tera hazar salan dike. Taliya talî insanê modern jî em in ê nemodern jî. Gelo Xwedê jî ne em in ? Her xwedê zane...
Li civatan bona ku bikaribin bi kurdbûna xwe forsa xwe bavêjin hûn karin pembûyê bialêsin û bişînin Genographic Proect a National Geographicê. Ewna li genetîka we ya genî mêze dikin û dibêjin hûn ji sedê çen kurd in/ homo neandertal in. Tişteke ecêb, George Church ê çilxin dibeje jinên modern yanî em, karin homo neandertalek binîn. Yanî rojek neslê me bikeve têngasîyê em karin xwe ji nû va ava bikin. Bêmane.
Brêz Peter Watson di kitêba xwe ya Ji Agir Heta Freudê Dîrok da -ku bi hezar rûpelê pêk tê û min hemû jî xwendîye- bo inasanên koçer dibêje 'insanên xemgîn û dilbikul'. Ya rebbî weke kurdên me kû hay ji xemgînîya xwe nînin... Carna jî Golshifte tê bîra min...


