Simone De Beauvoir û Twitvanên Flörtoz


Bawerim her kes Simone de Beauvoirê nas dike. Jina egzistansiyalist. Hevalê Jean Paul Sartreyê xoşewista Nelson Algrenê. Bedew bêjî bedew, baqil bêjî baqil. Her kes heyranê wê ye ew jî heyranê hemû mêrên qeşeng e. Sartre û Beauvoir li zaningehê hev nasdikin. Têkilîyek navbera van da dest pê dike û heta Sartre dimire jî têkilîya wa dewam dike. Ji êvîna wan ra dibêjin êvîna sedsalê. Îja Sartre. Sartre hurik murik e nerind e ber Camusê weke beqa dixuye lê têra xwe jî tolaz e merûmê. Neyse, Simone û Sartre bi jiyana xwe’y taybet tê nasîn. Gelek azad in.

Min wetrê twitira Simonê hebûya yê bimeşiya her kesê, Elon Musk, Sean Carroll,  David Shiffman, Adullah Keskin her weke din. ( xwedê kirî nemeşîyaye Ciwan Haco) Li DMê ji hezkiriyên xwe ra gelek tiştên xweş bigota;

Elon! Delalê ber dilê min. Dixwazim li erebeya ku te şand fezayê da bi tera bi seheta rûnim. Bi hevaltîya te serbilind im. Te dixwazim!
Evdile! Prensê min! Mêrê min ê Kurd ! Gava bi te ra me nizanim wext çawa derbas dibe. Bêrîya nerîna te ya kurdî dikim, ew awirên ku mirov mest dike!

 Lê tabi ya ku Simone dike ne sapixtî ye, entelektuelê ye. Çimkî ew zana ye jîr e ji jiyana azad bawer dike felan bewan. (ku yek ji me wisa bike emê wê/î bidin ber guleyan). Gelek tişt li ser Xanimê hatye gotin, bi piranî jî dibên ya ku ewna dikin sapixtî ye. Ez? Bixwedê nizanim. Ez bixwe wisa nakim û kesên dikin jî min eleqeder nakin. Lê dîsa jî ji Simone hez nakim.

Em bên li ser  meseleyê.  Em ji muhebetê hez dikin. Lê ji ber hin pirsgireka em ciwanên kurd nikarin wilo rihet têkilî danîn.  Û medya civakî jî tiştek ecêbe, dikarî xwe li gor dile xwe nişanî her kesê bidî; dewlemend, zana, entelektuel, pispor, qeşeng, bedew hwd. Li ser psîkolojîya me jî gelek bibandor e hinde hinek difirîne hinek dixe depresyonê. Her çilo be jî em jê hez dikin. Em neheqî nekin carna bi saya twiterê tiştên xweş jî dibe. Li taxa kurdên twiterê da her kes hev nas dike, hevaltîya me xweşe. Hinek ji me di jiyana resen da jî tên ba hev. Hinek ji me ev hevaltî gavek pêş dixin dibin flörtên hev. Hinek me dibin flörvan, bi dehan kesê ra di heman demê da flörtê dikin. Hinek ji me jî tifal in tu flörtên wan nîne.  Ha mesele çi bû flörtên kurdî. Erê Kurd weke her tiştên xwe flörtên xwe jî  bi kurdî dikin da ku nebêjin bi kurdî flört naye kirin.

Çen minak bo flörtên kurdî;

Kecik; Te îro qe çi kir (emojîya devbiken)
Lawik; Kar û bar. Niha pir westîya me dixwazim serê xwe danîm ser çoka te (emojîya devbiken)
Keçik;  Tu bi mi ra çawa xeberdidî?!  Ez ne keçikek wisa me!

---

Lawik; Ka wêneyek xwe bişînê lê (emojîya devbiken)
Kecik ; Wêne ? Tu min çi dihesibînî ? Niha tu ji her kesê wêne dixwazî ne?
Lawik, Tobe be. Min xwast çavên te yê reş û belek bibînim delalê. ( emojiya xemgîn)
Keçik; Temam lo va dişinim lê paşê jê bibe min emre xwe tiştek wilo nekirye. (emojîya şermoke)

---

Lawik; Keça kurda tu kurmancî nizanî ? (emojîya devbiken)
Keça kurda; Akademik Kürtçesi olanlara bayılıyorum ya (emojîya devbiken)
Lawik; Dixwazî hîne te kim? (emojîya devbiken) Bê ziman jiyan nabe gere em kurd taybetî jin zimanê xwe biparezin. Eeee qe wêneyên te ên nude hene ? (emojîya şermoke )
Keca Kurda ; têkeve twiterê>profila lawikê sapix veke>wî asteng ke> li taymê binivîsîne> ne çok sapık var.

---

Keçik ; Rehma xwedê li ser te be roja te bi xêr çi dikî ? (emojîya devbiken)
Lawikê sapix; -ber xwe da- aaa daz ist şöönnn ohhh ahhhh yeaaahh wundebahh. -ji keçikê ra-  ji te rica dikim ji mi ra peyam neşîne biqeşte!!!
Lawikê sapix grûpa wpê da; ew keçik har e yaw herro herro ji mi ra peyam dişine wê asteng kin bila here.
Keçika reben xwe kuşt.

---

Keçik; Edî em bûn xoşewita hev? ( emojiya şermoke)
Lawik; Erê. ( emojiya şermoke)
Keçik; Te ji kesê ra go yan? ( emojiya şermoke)
Lawik; Na min hê negotye. Ezê paşê bêjim. ( emojiya devbiken )
Keçik; Jixwe tu ji min hez nakî ku tu hez bikira niha te ji her kesê ra gotibûy!
Lawik; shjç,adağp,’^+%VKD

---

Lawik; emojiya devbiken.
Keçik; ?
Lawik; Te twita min fav kir ( emojiya devbiken)
Keçik; ?
Lawik; Kêfa te jî ji mi ra tê. Yan na çima twita min fav bikî ? ( emojiya devbiken) 
Kecik; 

---

Lawik; Silav
Keçik; Çi dixwazî?!
Lawik; Qe tiştek (emojiya mehde tirş)
Keçik; Bese! Me tacîz mekin êdî! (emojiya soromoro)


Ko hewce bike dikarin van taktîka bêyî destura min bi kar bînin. Serkefin






Em Serhedî Serî Li Xuda Radikin

Li gor mitolojîya Yewnanê  berî ji me insana li dinyayê Titan/ dêw/ nîv xwedê nîv insan dijiyan. Li esmanê alema xwedêyan li bin erdê qanûnên Hadesê hebû. Xwedêyê Xwedeyan Zeus jî li ser gişka bû. Em karin bêjin mêr jin qîz bûk xort hemû xuda bûn.Posedion; xudayê behra, Athena; Xudayê aşitîyê, Dionysos; xudayê şeraba Suryanîya hwd  Her kes bi kêfa xwe bû.  Xweş dinya ye! Mirov dil dike bar ke here ba wan. Ba Afroditê ba Erosê…
 
Prometheus jî yek ji va titana ye; zîrek, qeşeng, adil, fît.Hemû tiştên xweş û çekicî para wî bû. Ev titanê çeleng ji ew hêsirên çavên xwe yê xweş me insana çêdike. Dixwaze ji me ra jiyanek biafirîne hema gere ji Çiyayê Olymposê agir jî bîne. Lê qedexeye, nikare derbasî qata jor be. Ser da jî ji zilma Zeusê betilîye. Zeus bêrehm e, zordar e, zilimkar e, dagirker e, qewettir e, xurt e, bihêz e. Heyfa bav û kala jî heye. Dixwaze wî bîne xare. Lê çawa ? Carek birayên Prometheusê dikin li hember Zeusê rabin lê nikarin. Hema Prometheus qe xwe tev nake. Dixwaze bi vi awayî xwe texe çavê Zeusê derbasî Olymposê be. Baqile heyra! Bi ser jî dikeve.  

Derbasî Olymposê dibe. Rojek notla Kawayê Hesinkar ji fermandarê xwe ra oynek dike. Gameşek şerje dike, goştê nerm û hestî ji hev parve dike.Li ser goştê nerm çen hestî li ser hestî jî hinek ur û rovî datîne ku pê Zeusê bixapîne. Heku Zeus goştê nerm hilbijêre yê bi ser keve heku ê hestî hilbijêre delil li halê Promethesê. Zeus têk diçe! Hema Prometheus agir didize bi çar gava direve. Navbera Xwedeyan û Titanan da şer dest pê dike. Jixwe Zeus jî mane digerîya va dît! Zeus ser dikeve hemû îsyankar jî tê ceza kirin.

Atlas birayê Prometheus ê  mezin heta dawîya emrê xwe yê esman li ser pişta xwe hilgire. Ji ber wî em bo kitêba xerîteyan dibên Atlas. Her wekî din navê okyanosa Atlantîkê û giravê Atlasntisê ji navê Atlas tê. Epimetheus serdarê Zeusê, Zeus bo wî ceza bike jina herî bedew diafirîne dişîne cem Epimetheus ê. Epimsthues pê dixape, dizewicin, şeva zifafê jinik qutîya Pandora yê vedike. Xirabiyên nav qutî da giş li rûyê erdê belav dibin. Jinik heta xwe digihîne tê da tişt namîne ji xenî hêvî yê.

Îja çi nehat serê Prometheusê reben ! Wî dibin li çiyayê Kaukosê (yanê li çiyayên Qefqazê) bi zincîran girêdidin. Her roj qertelek birçî tê laş, gurçik, pişik, dil çiyê Prometheusê heye dixwe. Heta sibetirê guriçk murçikê wî nû dibin. Bira Zeusê bêwijdan qurbana te be ! Kezep kezep.  Prometheusê me li çiyayê Qefqazê nav êş û elem da benda roja azadbûna xwe ye. Paşê ji Zeusê ra xeber dişîne dibê tuyê bi jinek ra bizwevicî. Kurê vê jinikê dawî li te bîne.  Heku tu mi serbest berdî ez navê jinikê bêjim. Zeus kurê xwe'y Herakles bo qertelê bikuje dişîne. Prometheus êdî azad e!

Prometheus demek din jî li çiyayê Qefqazê dimîne. Dikeve mitalan, êdî azad im lê zilma Zeus berdewam e wilo nabe. Ger tiştek bê kirin. Dike nake rêyek nabîne. Serî  ewil bo ku tu kes meseleya serhildana wî ya li hember  Zeusê bîr meke û heta heta ji insana ra bibe îlham navê çiyayek ji çiyayên Qefqazê datîne Agir. Dibê heta ev Çiyayê Agirê li vir be insanên ko li derdora vî çiyê dijîn tu car serînetewînin, li zordarek wek Zeusê bila pêşîn evna serî lê rakin.. Paşê dilê xwe da dibê tenê çiya bi vî îşê nikare. Mîmarê mirovahî Prometheus însanên ko li derdora Çiyayê Agirê dijî zîrektir, qewettir, qeşengtir, bedewtir, aşiq û maşûqê azadîyê çêdike. Yanî evna dibin spesiyala Prometheusê. Îro em ji wana ra dibên Kurdên Serhedî. Bi saya Kurdên Serhedî raperîn a Prometheusê li her derê Kurdistanê belav dibe.

 Axirkê em bêjin biqewlê İbn Xaldun cografya qeder e. Em naxwzin lê bixwazin jî em nikarin mîna hineka serîbitewînin. Em karin li hember Xwedeyê Xwedeyan bîle serî hildin ma ku tirk û ereb felan bewan. Ka em kengî serî radkin Kurdîno??? 


Gava Prometheus Me Çêdike Bîr Nake Wêne jî Dikişîne





















Du jinên xemgîn; Homo Neandertal û Golshifteh


Du jinên xemgîn; Homo Neandertal û Golshifteh

Weke ku em hemû jî zanin dîrok û medeniyet li welatê me li Kurdistanê dest pê dike. Yanî em Kurd, bav û kal ê mirovahîye ne. Ji roja roj da ev welat ev ax yê me ye. Niha jî ji ber ku ev nizam çend sedsal e em bindest in em hay ji tarixa xwe ninîn. Ez Zerefşana paleontolog û dîrokzan ji bo vê kêmasîya gelê me ez destê xwe dixim bin kevir.

 Homo Neandertal yanî bi kurdî insanê koçer. Belê homo neandertal koçer bûn, li şikeftekê da bi cih dibûn, agir vêdixistin, nanê xwe dixwarin û bar dikirin diçûn. Carna jî ku jı hevşabûnê û nêçîrê firsend bidîtana ji kevira tevşo, birrek hwd çê dikirin. Ev zanîna me yê nebatê jî ji wana tê; gava yek nexwaş biketa ji gihayê derman çê dikirin kû silamet be. Yanî em karin bêjin şifacîyên ewil jî em in. Me hê zimanê şêrin neafirandibe jî em bi dest û nigên xwe xeberdidan. Yanî li ser dinê zimanê birincî zimanê kurdî bû. Me qe ji hev ra çi qise dikir madem ?  Bi piranî em li ser jiyanê u mirinê fikir dikir. Me qîma xwe pê anî ku piştê mirinê jiyanek nû dest pê dike. Nizam ji ber çi. Ev jî nişan dide ku bav û kalên me gelek entelektuel û biîman bûn.

Li Kurdistana başûr li hemberê çiyayê Bradostê li şikefta Şanîdarê brêz Ralp Soleck çar mezelê arkeolojik dîtye. ( Hemû jî mêr in. Destpêka feodalîzmê !!! ) Û dibêje li vir homo sapiens yanî insanê modern û homo neandertal yanî koçer bi hev ra jiyane û homo sapiensek aşiq ji homo neandertalê zarok çêkirye. Axir homo neandertal asîmile bûye ( we fêm kir). Hin homo neandertal jî ji ber erişê homo sapiensê mirîye ( we dîsa fêm kir). İnsanê koçer ji modayê û ji hunerê fêm dikirin. Wan rojan hê li ser ' zimanê kurdî' bername çênedikirin çîmki weku ku me go hê zimanê şêrin pêş neketibû heku pêş biketa wê teqez çêkirana. Taliya talî insanê modern jî em in ê nemodern jî. Gelo Xwedê jî ne em in ? Her xwedê zane...

Li civata ji bo bi kurdbûna xwe forsa xwe bavêjin hûn karin pembûyê bialêsin û bişînin Genographic Proect a National Geographicê. Ewna li gena we ya genî mêze dikin û dibejîn ji sedê çen kurd in/ homo neandertal in. (hêvî dikim ez ji Norwecê bim) Tiştek ecêb, George Church ê  çilxin dibeje jinên modern yanî em karin homo neandertalkî binîn. Yanî rojek neslê me bikeve têngasîyê em karin xwe ji nû va çêkin.

Brêz Peter Watson di kitêba xwe ya Ji Agir Heta Freudê Dîrok da ku bi hezar rûpelê pêk tê û min hemû jî xwendîye, bo inasanê koçer dibêje 'insanên xemgîn û dilbikul'. Bêmane Golshifte tê bîra min... Golshifte ya bedew û bextewar û binav û dewlemend.

 
KU EV JİN BE EM ÇİNE

ŞİKEFTA  ŞANİDARÊ